Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Divê Îsraîl û Hamas di Demeke Zûtir de Ser Agirbestê Hevbîr Bin


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê got ku divê Îsraîl û Hamas di demeke zûtir de jibo agirbestê li hev bikin.

Blinken berî ji Doha ya Qatarê derkeve got ku dem girîng e û dîyar kir ku jibo dîlan metirsî roj bi roj zêde dibin.

‘’Dem pir girîng e, çinku jin, zarok û mêrên li Gaza her roj bê ku xwarin û dermanên hewce bibînin êşan dikişinin û di wan pevçûnan de, ku wan nedaye destpê kirin û ew nikarin rawestînin, bi rîskên birîndarbûn û kuştinê re rûbirû dimînin.’’

Wî got ku jiber gurbûna girjîya li herêmê jî dem jibo wan girîng e.

Blinken serê vê hefteyê serdana Îsraîlê kir û li wir got ku serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu pêşnîyara pêş ya bi navbeynkarîya Amerîka, Qatar û Misirê qebûl kiriye.

Wezîrê Amerîkî li Misir û Qatarê jî bi rêberên wan welatan re kom bû.

Blinken dîyar kir ku ew her roj bi Îsraîlê re danûstandinê dikin û karbidestên Qatarî û Misirî jî bi Hamasê re dipeyivîn.

Wî got ku jibo Hamas pêşnîyar pêş bipejirîne çi ji dest wan were ewê bikin û dîyar kir ku ewê di rojên pêş de jî bikin ku lihevkirinek çêbe.

Hamas û Îsraîl nîşan dane ku ew hin alîyên pêşnîyara pêşî naecibînin û wer xuya dibe ku çêbûna lihevkirinekê dijwar e.

Hamas bi daxuyanîyeke nû dîyar kir ku di pêşnîyara dawî de hin tiştên ku wan berê qebûl kirine jinûve vegerine.

Hamasê Amerîka tawanbar kir ku wê şertên nû yên Îsraîlê pejirandine.

Şerê Hamas û Îsraîlê, bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsraîlê re gur bû ku li gor Îsraîlyan di wan êrîşan de 1200 kes hatin kuştin û 250 kes jî dîl hatin girtin.

Karbidestên saxlemî yên Filîstînî didin zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de piranîya wan jin û zarok pirtir ji 40,000 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê dîyar dike ku di nav kuştîyan de bi hezaran çekdarên Hamasê hene.

Jêder: AFP, Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG