Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Ser Hevkarîya Moskow û Tehranê Ewrupa Hişyar Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê got ku Rûsya ji Îranê muşekên balîstik sitandine.

Blinken li Londonê di preskonferansekê de, ku bi hevtayê wî yê Brîtanî David Lammy re li dar ket, dîyar kir ku çaverê ye Rûsya wan heta çend hefteyan li Ukrayna bixebitîne û hişyarî da ku hevkarîya Moskow û Tehranê dijî ewlekarîya Ewrupa gefan çêdike.

‘’Rûsya ew muşekên balîstîk sitandin û li ber e ku ew wan di nav çend hefteyan de li Ukrayna dijî Ukrayna bi kar bîne.’’

Wî got ku Washingtonê bi awayekî taybet hişyar kiriye ku ger ew muşekên balîstîk bide Rûsya ewê ‘’girjîyeke dramatîk’’ çêbe û dîyar kir ku ewê îro Sêşemê di saetên pêş de toleyên nû werin ragihandin.

Blinken got ku bi muşekên Îranê, Rûsya dikare beşeke mezin ya cebilxaneya xwe jibo hedefên li dûrî enîyan bi kar bîne.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku ev rewş nîşan dide ku bandora Îranê ya zararê dide îstiqrarê çawa Rojhilata Navîn derbaz kiriye.

Blinken got ku Rûsya jî mijarên navokî jî di nav de teknolojîyê dide Îranê.

Wî dîyar kir ku ewê toleyên nû dijî kompanîya firînê Iran Airê jî were ragihandin û got ku li ber e ku dewletên din jî dijî Tehranê toleyên nû ragihînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG