Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Wê Piştgirîya NATO ya jibo Ukrayna Piştrast Bike


Cîgirê Berpirsê Karên Ewrupa û Ewrasya yê Wezareta Derve ya Amerîka James O’Brien got ku Wezîrê Derve Antony Blinken vê hefteyê piştgirîya NATO ya jibo Ukrayna piştrast dike.

"Her çiqas bala Wezîrê Derve Antony Blinken ser şerê li Gaza ye jî ewê vê hefteyê piştgirîya NATO ya jibo Ukrayna piştrast bike," karbidestê payabilind yê Amerîkî yê jibo Ewrupa got.

Jiber şerê Hamas û Îsraîlê û girjîya li Rojhilata Navîn gur bû fikar çêbûn ku Washington wê piştgirîya dîplomatîk û leşkerî ya jibo Ukrayna rawestîne.

O’Brien ji rojnamevanan re got ku Blinken dê li Brukselê li civîna Konseya NATO-Ukrayna dîyar bike ku ewê dijî Moskowê piştgirîya jibo Kîevê bidomînin.

O’Brien got ku piştgirîya jibo Ukrayna parçeyeke qonaxa beşdarîya li hevpeymanîyê ye.

"Rêvebirîya Biden bawer e ku her du partîyên Kongresê xêncî alîkarîyên jibo Îsraîl û Tayvanê, piştgirî didin ku jibo Ukrayna zêdetir alîkarî werin dayîn."

Rojnameya Bild ya Almanya îdia kiribû ku Berlîn û Washington bê awayekî bêdeng Kîevê germ dikin ku bi Moskowê re danûstandinê bike.

O’Brien, li ser pirseke derbarê vê îdiayê got ku Washington sîyaseteke wisa nameşîne û ew tim dibêjin ku divê Ukrayna jibo danûstandinan biryarê bide.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Duşemê dîyar kir ku ew li bendê ne ku wezîrên derve yên welatên hevpeymanîyê piştgirîya demdirêj ya jibo Ukrayna jinûve piştrast bikin.

Wezîrên derve yên welatên NATO roja Sêşem û Çarşemê li paytexta Belçîka kom dibin.

Tirkîye û Macaristanê hîn endamtîya Swêdê nepejirandine ku vê yekê jî li hevpeymanîyê xeyalşikestinek çêkiriye.

O’Brien dîyar kir ku Amerîka li bendê ye di demeke nêz de hin gavên erênî bibîne û ew ji hevbendên xwe yên Tirk re dibêjin ku ne hewce ye ku zêde derengxistin çêbe.

Stoltenberg jî got ku ew bawer dike ku Tirkîye û Macaristan wê di dema herî kin de endamtîya Swêdê bipejirînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG