Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Bo Danûstandinên Ser Rojhilata Navîn û Xelata Rêzgirtinê Serdana Paris Dike


Anthony Blinken Wezîrê Derve yê Amerîka di Serdana Fransa de
Anthony Blinken Wezîrê Derve yê Amerîka di Serdana Fransa de

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Çarşemê serdana Parîsê dike da ku di derbarê alozîya Rojhilata Navîn de zêdetir hevsengîyê gotûbêj bike û herwiha xelata herî bilind ya Fransa werbigirê.

Piştî serdanên Japonya û Koreya Başûr, Blinken roja Çarşemê zû gihîşt Parîsê, ku wek wezîrê derve ev serdanên wî yên dawîn e, berîya ku Marco Rubio bibe wezîrê nû yê derve yê dema serokê hilbijartî Donald Trump di 20’ê Rêbendanê de dest bi kar bike.

Blinken wê bi Serokomar Emmanuel Macron re bicive, ku Mocron wê Lejyona Rûmetê, ku xelata herî bilind ya rûmetê ya Fransa ye, bide wî.

Xelat, wê jibo Blinken balkêş be, jiber ku wî beşek ji zaroktîya xwe li Parîsê derbas kiriye, Fransî pir baş dizane û behsa rola Fransa di avakirina nêrîna xwe ya cîhanê de dest nîşan dike.

Biryara xelatkirina Blinken hevdem veguherîna têkilîyên her du welatan, ji destpêka seroktîya Joe Biden ve di 2021’an de, destnîşan dike. Wê demê Fransa hers û aciz bibû, jiber ku Amerîkayê bi Brîtanya û Avusturalya re hevbendiyek sêalî ya nû ava kir ku di encamê de peymana jibo keştîyên jêrderyayî yên Fransî hatibû betal kirin.

Biden û Blinken bi berdewamî dibêjin ku pêşînîya wan hevalbend û hevkarên Amerîkî re xurtkirina têkilîyan bûye, berevajîyek tund ya siyaseta Trump re, yê ku hêj berîya ku dest bi kar bike, jibo kontrola Gronland û Kanala Panama karanîna hêzek leşkerî red nekir.

Blinken wê herwiha jibo gotûbêjkirina Rojhilata Navîn bi wezîrê derve Jean-Noel Barrot re bicive ku wê bi taybet rewşa nû ya Sûrîyê nîqaş bikin ku hêzên îslamî meha borî rejîma Beşar el Esad hilweşandin.

Barrot hefteya borî bi hevtaya xwe yê Almanî re serdana Şamê kir, beşek ji hewlên Rojavayî yên jibo tekilîya bi serkirdayetîya nû ya Sûrîyê re û teşwîqkirina aramîyê piştî şerê navxweyî yê hovane ku bû sedema xurtbûna koma tundrê ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) û qeyrana koçberîyê ya ku siyaseta Ewrupa guherand.

Blinken roja Duşemê got ku ewê heta saetên xwe yên dawî yên wezirtîyê jibo agirbesta li Gazayê bixebite, dema Amerîka û Qatar di navbera Îsraîl û Hamas de dîplomasîya nerasterast zêde kirine.

Blinken jibo gotûbêjên bi hevtayên xwe yên Ewrupî re li ser Sûrîyê roja Pêncşemê wê serdana Romayê bike, berîya ku di gera xwe ya dawî ya navneteweyî de, tevlî Biden bibe ku serokê Amerîkî wê Papa Francis jî bibîne.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG