Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken han da rêberê Tûnisê ku reforman pêk bîne jibo hêvîyên hemwelatîyên Tûnisî yên pêşketina demokratîk bicih werin.
Wezareta Derve ya Amerîka îro Yekşemê ev yek ragihand, çar mehan piştî ku Serokê Tûnisê Qeys Seîd desthilata siyasî li welatê Bakurê Afrîqayê kontrol kir.
Hefteya borî Seîd got ku ew bê rawestan dixebite da ku çarçoveyeke demê jibo reforman peyda bike, wekî bersiv hember rexneyên ji hundir û derveyê welêt ji dema ku wî Tîrmehê kabîneya hikûmetê hilweşand, karê parlamenê rawestand û destê xwe danî ser desthilatê.
Bi hezaran xwepêşanderên Tûnisî hefteya borî li pêş avahîya parlamanê li paytextê kom bûn û daxwaza vegerandina parlamanê kir. Welatên biyan jî, yên ku alîkarîya wan ya diravî pir pêwîst e jibo hilanîna astengîyên Sindoqa Diravî ya Navnetewî ji ser paketa aborî li Tûnisê, bang li Seîd kirine ku destûrê careke din çalak bike.
“Wezîr Blinken hana proseseke reformê ya zelal û giştî da jibo bicihanîna zehmetîyên Tûnisê yên siyasî, aborî û civakî, û jibo bersivdana daxwazên gelê Tûnisê bo pêşketineke demokratîk ya berdewambûyî,” Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyanîyekê de derbarê peywendîya di navbera Blinken û Seîd de ragihand.
Daxuyanîyê herwiha got ku Bliken û Seîd pêşketinên vê dawîyê li Tûnisê gotûbêj kirin, di nav de jî damezrandina hikûmeta nû û gavên jibo başkirina rewşa aborî.