Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken Wê Serdana Tirkîyê Bike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dê di navbera 16-22’yê Sibatê de serdana Almanya, Tirkîye û Yunanistanê bike.

Blinken wê berê li Almanya beşdarîyê li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê bike û piştre derbazî Tirkîyê bibe û li wir li xebatên alîkarîyê yên Amerîka binêre.

Li gor ragihandina Berdevkê Wezareta Derve Ned Price, Blînken wê li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê hem bo piştgirîya Ukrayna hem jî ser alîkarîyên bo Tirkîye û Sûrîyê danûstandinan bike.

Çaverê ye Blinken di 19’ê Sibatê de serdana Bingeha Încîrlîkê bike ku alîkarîyên Amerîka ji wir têne kordîne kirin.

Bliken dê li dû Încîrlîkê derbazî Enqerê bibe û li wir bi hemtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu û hin karbidestên din yên payabilind re bicive.

Wezîrê Derve yê Amerîka dê piştî Tirkîyê bo danûstandian derbazî Yunanistanê bibe.

XS
SM
MD
LG