Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken li Londonê Ser Ukrayna û Gaza Danûstandinan Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê li London ya paytexta Brîtanya ser piştgirîya jibo Ukrayna û girjîya li Rojhilata Navîn danûstandinan dike.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Blinken wî bi Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer, hevtayê xwe yê Brîtanî David Lammy û hin karbidestên din re bicive.

Li gor ragihandina wezaretê, çaverê ye Blinken bi wan rêvebiran re ser herêma Hînd-Pasîfîk û peymana berevanîyê ya AUKUS ya Amerîka, Brîtanya û Australîa jî biaxife.

Serdana Blinken li vê demê rast tê ku karbidestekî payabilind yê Îranê gotibû ku nûçeyên îdia dikin ku Tehranê muşekên balîstîk dane Moskowê derew in û berdevkekî Yekîtîya Ewrupa (YE) jî gotibû ku ew dikarin bi gotina Tehranê bawer bikin.

CNN û Wall Street Journal hefteya borî ji zarê jêderên ku navên wan nehatin eşkere kirin, ragihandibûn ku Îranê muşekên balîstîk yên kurtavêj dane Rûsya.

Jiber şerê li Ukrayna bi hezaran sîvîl hatin kuştin, bi mîlyonanan Ukraynî ji bi neçarî warên xwe hêlan û li bajar û gundan kavilên mezin çêbûn.

Hêzên Rûsî li rojhilata Ukrayna hêdî hêdî pêşve diçe.

Hêzên Ukraynî meheke berê êrîşên xwe yên mezin yên pêşî birin ser axên Rûsî û hin beşên herêma Kurskê bi dest xwe xistin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ji dewletên Rojavayî muşekên dûravêj dixwaze û dibêje ku ewê êrîşan li armancên leşkerî yên li nava Rûsya bikin. Zelenskyy ji Rojava dixwaze ku sînordarkirinên ser karanîna çekên destê wa rakin.

Serdana Blinken ya li Londonê li vê demê tê ku Brîtanya hefteya borî hin destûrên bazara çekan sekinandibûn.

Rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris, ku jibo hilbijartinên seroktîyê berbijar e, bi rexneyên kesên dijî şer re rûbirû mane ku ew dibêjin divê Washington jiber şerê li Gaza hin çekan êdî nede Îsraîl ya hevbenda nêz ya Amerîka.

Hikûmeta Brîtanya, dema Blinken dest bi serdana Londonê kir, dîyar kir ku ewê ser xurtkirina dîyaloga stratejîk ya Brîtanya û Amerîka danûstandinê bikin.

Li gor ragihandina hikûmetê ewê karbidestên her du dewletan ser Ewrupa, Ukrayna, Rojhilata Navîn, Hînd-Pasîfîkê jî biaxifin.

Lammy berî civînê dîyar kir ku di vê demê de ku li cîhanê îstiqrar û ewlekarî tune ya girîng ew e ku her du dewlet hevkarîyê hîn xurt bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG