Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanî: Blinken Dê Rojên 26 û 27 Serdana Îsraîlê û Desthilatdarîya Felestînî Bike


Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken dê rojên Çarşem û Pênşemê, ku rojên 26 û 27ê vê mehê ne, serdana Îsraîlê û desthilatdarîya Felestînî li Kenara Rojava bike, wek beşek ji hewlên Waşintonê yên avakirin û bihêzkirina agirbesta Gazayê, li gor çavkanîyeke agahdar li dor planê.

Amerîka û Îsraîl û berpirsên Felestînî berferehîyên serdan Blinken belav nekirine.

Wezareta derve ya Amerîka roja Pênşemê serdana Blinken ragihand û got ku ewê “ hewl û karkirina hevbeş ji bo avakirina siberojên baştir bo Îsraîlî û Felestînîyan gotûbêj bike”.

Çavkanîyê got ku Blinken di geşta xwe ya Rojhilata Navîn de, dê serdana Misir jî bike, ku wê navberîya agibersat Îsraîlê û mîlîtanên tevgera Hemasê kir. Serdan wî Urdunê jî vehewîne, li gor çavkanîyê.

XS
SM
MD
LG