Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî 7 Hemwelatîyên Lubnanî Toleyên Nû Radigîhîne


Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê bi daxuyanîyeke bang li hikûmetên serên serê cîhanê kir da ku li hemberî koma çekdar ya Lubnanê Hîzbullah, helwestê bigirên.

Ji alîyê din de, Wezareta Xezîneyê îro dijî 7 welatiyên Lubnanî tole ragihand û got ku ev kesana bi Hîzbullah û kompanîya wê ya darayî, El-Qard el-Hassan (AQAH) ve tekildarin.

Wezareta Xezîneya Amerîka ragihand ku wê, Îbrahîm Alî Daher kiriye nava lîsta reş û ew wek berpirsê Beşa Darayî ya Navendî ya Hîzbullah da nasandin.

Her wiha, wezaretê Alî Daher wek terorîstek cîhanî ya bi taybetî hatiye destnîşankirin bi nav kir û tawanbar kir ku ew ser navê Hîzbullahê tevdigere.

Amerîka dijî 6 kesên din yên ku bi AQAH ve têkildar bûn tole ragihand:

Ehmed Mihemed Yazbeck ku wek rêvebirê darayî nasand, û

Abbas Hassan Gharib, Wahid Mahmud Subayti, Mostafa Habib Harb, Ezzat Youssef Akar, and Hasan Chehadeh Othman.

Xezîneyê ev şeş kesana tawanbar kir ku ew kesana bi armanca xelaskirina AQAH ji toleyan, hesabên xwe yen kesane yên li bankên Lubnanê bikar anîne û ser navê kompanîya ku di lnava îsteya reş ya Amerîka de ye, 500 mîlyon $ şandine.

Biryara îro, tevahîya mal û milkên yên li Amerîka yên kesên ser tole hatine ragihandin cemidand û bi gelemperî qedexe dike ku Amerîkî bi wan re têkevin tekilîyan.

Kesên ku bi kesên destnîşankirî re kiryaran bikin, ewê ribûrûyê cezayên din re bimînin.




XS
SM
MD
LG