Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Îro bi Hevtayê Xwe yê Îraqî Huseyîn re Peyîvî


Antony Blinken

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka Ned Price îro Pêncşemê ragihand ku Wezîrê Derve Antony J. Blinken îro bi telefonê bi hevtayê xwe yê Îraqî Dr. Fuad Huseyîn re peyîvî.

“Wezîr Blinken jiber êrîşa terorîstî ya DAIŞê ya hovane, ku hefteya çûyî qewimîbû, sersaxî xwest. Her du wezîr pêgirîya ser Peymana Stratejîk û prensîbên lihevkirî yên vê peymanê dubare kir. Wezîr Blinken ji Wezîrê Derve û hikûmeta Îraqê xwest ku daxwazên gelê Îraqê bi bi awayekî dadmendî û wekhevane bi cîh bînin.”

Price da zanîn ku Blinken piştgirîya xwe ya jibo pêşnîyara hilbijartina pêşdem ya di vê salê de dîyar kir.

“Wezîrê Blinken soza bi berdewamî karkirina bi Wezîrê Derve yê Îraqî Huseyîn kir ku Washingtonê di vê serdema COVID-19 de piştgirîya Îraqê bike ku aborîya xwe xurt bike, reformên bingehîn yên ekonomîk pêk bîne û peywendîyên bazirganî yên dualî xurt bike.”

XS
SM
MD
LG