Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Peymana Navokî Wê bo Îran û Cîhanê Encameke Baş Be


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku vejandina peymana navokî wê bo Îran û cîhanê encameke baş be.

Blinken ew gotin di rûniştineke li Neteweyên Yekbûyî (NY) de kir.

Wî bi berdewamî jî bal kişand ser tevgerên Koreya Bakur û dîyar kir ku Amerîka hişyarîyê dide ku ew welat bo ceribandina testa heftan ya navokî hazirîyê dike.

Serokê Amerîka Joe Biden di rojên borî de dabû zanîn ku Washington dikare bi Rûsya re ser naveroka peymana navokî danûstandinê bike.

Biden bang li Moskowê kir ku ser danûstandinan nîyeta xwe ya rind raber bike.

XS
SM
MD
LG