Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Karbidestên Îsraîlê Ser Îranê Axifîne


.
.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi Serokê Sazîya Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mossad) û Balyozê Îsraîlê yê li Washingtonê re civîya.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên Îsraîlê ‘’fikarên kûr’’ yên jiber kiryarên Îranê çêbûne ji Blinken re gotine.

Şêwirmendên ewlekarîya neteweyî yên Amerîka û Îsraîlê jî vê hefteyê kom bûbûn.

Berpirsên Îsraîlê dibêjin ger hewce bike ewê dijî Îranê dest bi hin tevgeran bikin.

Serok Joe Biden hewil dide ku Amerîka vegerîna peymana navokî ya sala 2015’an.

Serokê berê Donald Trump di sala 2018’an de Amerîka ji peymana navokî vekişandibû û dijî Îranê toleyên aborî ragihandibûn.

Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê Eli Cohen roja Pêncşemê ji Reutersê re got ku ger Amerîka û hêzên din bi Îranê re peymaneke din çêkin ewê bivênevê şer çêbe.

Cohen da zanîn ku ‘’peymaneke xirab’’ dê li herêmê cengê gur bike.

Danûstandinên Amerîka û Îranê yên nerasterast li Vîyanayê didomin.

Tehran dide zanîn ku ger Washington dawî li hemî toleyan bînê ewê vegerin peymana navokî.

XS
SM
MD
LG