Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Lapid Ser Pêşdebirina Peywendîyên Îsraîl û Filistînîyan Axifîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Îsraîlî Yair Lapid bi rêka telefonê axifîn.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand Blinken bi Lapid re ser peywendîyên Îsraîl û Filistînîyan danûstandin kiriye ku Washington dixwaze ew têkilî bi awayekî pratîk pêşde here.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Blinken û Lapid ser berfirehkirina normalkirina peywendîyan jî danûstandin kirine.

Ew wezîr herwiha ser Îranê û kêşeyên ewlekarîyê yên herêmî jî peyivîne.

Rêvebirên Amerîka ji roja hikûmeta nû ya Îsraîlê dest bi kar kiriye, bi berpirsên wê re di peywendîyê ne.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serok Joe Biden, piştî di 20’ê Rêbendanê de hatibû ser kar, bi qasî mehekê bi Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re neaxifibû.

Lê, Biden hikûmeta nû ya Îsraîlê ya bi seroktîya Naftali Bennett demûdest pîroz kiribû û gotibû ku ewê bo îstiqrar, aştî û ewlekarîya Îsraîlî û Filistînyan bi wê hikûmetê re bi awayekî nêz bixebitin.

XS
SM
MD
LG