Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Ger Tirkîye ji Rûsya Çekan Bikire Amerîka Wê Toleyên Nû Ragihîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ser peywendîyên Washington û Enqerê peyivî.

Antony Blinken di konferanseke ser azadîya medya de dîyar kir ku Serok Joe Biden gotinên xwe yên ser ‘’jenosîda Ermenîyan’’ berî daxuyanîya di 24’ê Nîsanê de bi telefonê ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re gotine û dîyar kir ku divê bi wê daxuyanîyê ti ‘’matmayîn’’ çênebe.

Blinken bi bîr xist ku Biden û Erdogan dê di Hilcivîna NATO ya meha Hezîranê de bicivin.

Wî da zanîn ku ew ser peywendîyên Washington û Enqerê geşbîn e û dîyar kir ku divê her du dewlet bi hevkarîyên peywendîyên xwe xurttir bikin.

Wezîrê Amerîkî bi berdewamî dîyar kir ku ger Tirkîye ji Rûsya muşekên nû yên S-400 yan çekên din bistîne ewê Washington dijî Enqerê toleyên nû ragihîne.

Blinken da zanîn ku kirîna S-400’an ne bi tenê dijî Amerîka, bo NATO û leşkerên wê jî gefan çêdike û dîyar kir ku zararê dide yekîtîya tifaqê.

XS
SM
MD
LG