Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Divê Civata Ewlekarîyê ji Rûsya re Bêje ku Gefên Navokî Rawestîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê bang li hemû endamên Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ew ji Rûsya re peyameke zelal bişînin, da ku di şerê li Ukrayna de gefên xwe yên navokî rawestîne.

Blinken gotara xwe îro ya li civîna Civata Ewlekarîyê bikar anî da ku êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna bi tundî rexne bike û herwiha zextê li welatên din bike ku beşdarî şermezarkirina xurt ya şer bibin.

"Divê her endamek Civatê peyameke zelal bişîne ku divê ev gefên navokî yên bêhiş demûdest rawestin," Blinken got.

Blinken gelek îdiayên tawanên şer û hovîtiyên din destnîşan kir û bang li welatên ku hîn bi tundî dijî wan napeyivin kir û got ku ev kiryar hemberî sîstema navnetewî ye.

Wezîrê Amerîkî hevdem bang li cîhanê kir ku serokê Rûsya Vladimir Putin bo dagirkirina Ukrayna berpirsîyar bibîne.

"Di saya sîstema navnetewî ya ku em li vir kom bûne bo ku em biparêzin, li ber çavên me tê perçekirin. Em nikarin - emê nehêlin – di gel Serok Putin bimîne," Biden got.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di destpêka vê hefteyê de dîyar kir ku welatê wî yê xwedî çekên navokî ye wê tevahîya derfetên xwe yên hene bikar bîne; ger axa wê were tehdîdkirin, bo parastina welat û gelê xwe.

Blinken destnîşan kir ku divê Rûsya jbo dagirkirina xwe rûbirûyê tecrît û îzolekirinê zêdetir bibe; rojekê piştî ku Serok Joe Biden, Putin bi binpêkirina xalên Peymana NY û qanûnên navneteweyî tawanbar kir.

XS
SM
MD
LG