Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Ewê Ser Herêma Hînt-Pasîfîk Stratejîyeke Nû Ragihînin


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji hemtayên xwe yên ji Rêxistina Welatên Başûrê Rojhilata Asya (ASEAN) re da zanîn ku Washington dê ser herêma Hînt – Pasîfîk stratejîyeke nû biweşîne.

Blinken da zanîn ku ew stratejîya ser wê herêmê dê berfireh be.

Rêvebirîya Serok Joe Biden, piştî kêşeya li Afganistanê, bo ewlekarîya xwe ya neteweyî dixwaze dijî Çînê tedbîrên xwe bistîne.

Blinken, di navberên li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi hevtayên xwe yên ji 10 welatan re kom bû.

Wî dîyar kir ku ewê stratejî di vê payîzê de were eşkere kirin û bo herêmeke ewle wê ser vîzyona hevbeş were ava kirin.

Wezirê Amerîkî da zanîn ku stratejî dê rola krîtîk ya ASEAN’ê ya dîyarkirina siberoja herêmê raber bike.

XS
SM
MD
LG