Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê li Kîevê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re hevdîtineke pêk anî.
Antony Blinken û hevtayê wî yê Ukraynayî Dmytro Kuleba piştî hevdîtinê preskonferanseke hevpar darxistin.
Blinken ragihand ku Rûsya dikare di demek pir kin de dijî Ukraynayê êrîşeke nû ser bike, lê Washington ewê heta ku bikaribe dîplomasîyê bişopîne.
Blinken destnîşan kir ku Ukraynî divê jibo rojên dijwar amade bibin.
Wî got ku Washington ewê alîkarîya berevanîyê ya bo Kîevê bidomîne.
Hevdem, Blinken di rewşa pêkhatina dagirkirina nû ya hemberî Ukrayna de, soza toleyên tund yên dijî Rûsyayê dubare kir.
Wezîr Blinken bi armanca pêşîgirtina nû û bo pêşxistina dîyalog û aştiyê soza hewildanên dîplomatîk yên bêwestan da.
Wî bi berdewamî da zanîn ku bicîhkirina bi deh hezaran leşkerên Rûsî li nêzî sînorê Ukraynayê bi "bê provokasyon, bê sedem" pêk tê.
" Em dizanin ku plan hene ku di demek pir kin de wê ev hêz pirtir were zêde kirin, hevdem ev jî şîyanê dide serok Vladimir Putin ku di demeke pir kin de dijî Ukraynayê çalakîyeke tundtir bike," Blinken got.
Lê, wî eşkere nekir ku Rûsya dikare çiqas zû tevbigere.
Kremlîn jî dibêje ku alozîya li dora Ukraynayê zêde dibe û ew hîn jî bo daxwazên xwê yên berfireh yên ser garantîyên ewlehîyê yên ji welatên rojava, li benda bersivek nivîskî ya Amerîka ne.
Daxuyanîyên reşbîn, kêşeya di navbera Washington û Moskowê de destnîşan dike; dema ku Blinken xwe bo civînekê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re ya roja Înîyê amade dike.
Pisporek sîyaseta derve ya Rûsyayê vê rewşê mîna 'rawestgeha dawî ya berîya îhtîmala qezayeka trênê,'bi nav dike.