Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dê Serdana Japonya û Koreya Başûr Bike


Wezîrê Derve Antony Blinken û Wezîrê Berevanî Lloyd Austin dê di hefteya pêş de serdana Asya bikin.

Her du wezîrên Amerîkî bi vî awayî dê cara pêşî bo karên dewletê herin derveyî welêt.

Blinken û Lloyd di serdana Asya dê herin Japonya û Koreya Başûr ku her du jî li herêmê hevalbendên Amerîka ne.

Antony Blinken ji Twitterê ew sebir nake ku bi hevalbendên xwe yên li Japonya û Koreya Başûr re bicive.

Wî da zanîn ku dê Wezîrê Berevanî Lloyd Austin jî di serdanê de bi wî re be û dîyar kir ku ew dê bo aştî, aramî û ewlekarîya cîhanê bixebitin.

Çaverê ye ku Blinken bi karsazên Japonya re bicive û bi rojnamevanên wî welatî re jî bi awayekî onlayn hevdîtinê çêke.

Blinken dê bi rojnamevanên Koreya Başûr re jî civîneke onlayn çêke û dê ji wan re qala girîngîya tifaqa her Washington û Seulê bike.

XS
SM
MD
LG