Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Ger Talîban Careke Din Êrîşî Leşkerên Me Bike Ewê Bersîva Me Pir Giran Be


Blinken li Kabulê

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi preskonferansekê dîyar kir ku gelê Afganistanê naxwaze ku şer çêbe û da zanîn ku ew êdî alîgirê aştîyê ne.

Antony Blinken got ku ewê piştgirîya bo hêzên Afgan bidomînin û hişyarî da Talîbanê ku peyvajoya sîyasî neterikîne.

Blinken da zanîn ku ewê piştî vekişîna hêzên bîyan yên li Afganistanê li welêt şerê navxweyî çênebe û dîyar kir ku divê ti kes ser gumaneke wisa nekeve fikaran.

‘’Ger Talîban careke din êrîşî leşkerên bike ewê bersîva me pir giran be.’’ Blinken got.

Wî dîyar kir ku bo konferansa Stenbolê ya ser aştîya Afganistanê hazirî didomin û got ku ew li bendê ne ku Talîban di demeke kin de bersîva ser beşdarbûna konferansê bide.

Blinken bi awayekî surprîz serdana Afganistanê kiribû û bi serokomarê wî welatî Eşref Ganî û hin karbidestên din yên payabilind re civîbû.

Serokê Amerîka Joe Biden di 14’ê Nîsanê de gotibû ku temamê leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê dê heta 11’ê Îlonê werin vekişandin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG