Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Hevtayê Wî yê Çînî Yang bi Telefonê Peyîvîn


Blinlen û Yang (Arşîv)

Wezîre Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Çînî Yang Jiechi bi rêka telefonê axifîn.

Blinken di axaftinê de bang li Pekînê kir ku ser lêkolînên derbarê destpêka vîrusa korona hevkarîyê bike.

Ew bi Jiechi re ser helwesta dijî Uyguran, Hong Kong û Tayvanê jî peyivî.

Medya Çînê ragihand ku Yang ji Blinken re gotiye ku li Amerîka hin alî dibêjin ku vîrusa korona ji laboratuvara Wuhanê belav bûye û daye zanîn ku li gor wan ew îdiayeke ‘’absurd’’ e.

Yang dîyar kiriye ku Pekîn û Washington bo jinûve geşkirina pewyendîyan divê bi hevdu re bixebitin.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku Blinken û Yang ser sîyaseta bo Koreya Bakur jî peyivîne.

Blinken ji Yang re gotiye ku divê ew bala xwe bi hev re bidin ser pûçkirina çekên navokî ya Nîvgirava Kore.

Li gor daxuyanîyê, Blinken ji Yang re fikarên xwe yên ser helwesta Çînê ya dijî Uygurên li Şîncanê jî gotine.

Blinken û Yang herî dawî di Adarê de li Alaska axifîbûn û di navbera wan de girjî çêbûbû.

XS
SM
MD
LG