Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bloomberg: Rêvebirîya Maduro ji Kompanîyên Venezuela Dixwaze ku li Rûsya û Çînê Hesaban Vekin


Ajansa nûçeyan ya Bloombergê ragihand ku rêvebirîya Nicolas Maduro bang li kompanîyên Venezuela kiriye li Rûsya, Çîn, Tirkîye û Hindistanê hesabên banka vekin.

Bloombergê dîyar kir ku karbidestên rêvebirîya Maduro bi nûnerên kompanîyan re kom bûne û ser vekirina hesabên li derveyî welêt agahî dane wan.

Li gor nûçeyê, bi vî awayî dê sazî bandora toleyên dijî Venezuela pûç bikin.

Venezuela, ku bi kêşeya sîyasî re rû bi rû maye, jiber toleyên Amerîka jî di aborîyê de ketiye rewşeke xirab.

Amerîka dijî Maduro, piştgirîya Juan Guaido dike ku ew ji alîyê jimareke dewletên Ewrupî ve jî wek serokê demkî yê wî welatî tê nas kirin.


Ji alîyê din ve, Rûsya, Çîn û Tirkîyê piştgirîya Maduro dikin.

XS
SM
MD
LG