Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û YE Pirsgirêka Navbera Boeing û Airbus'ê Çareser Dikin


Nûnera Bazirganîya Amerîka Katherine Tai îro Sêşemê dîyar kir ku Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE), jibo çareserîya pişrgirêka zarardar di derbarê alîkarîya dewletan yên bo çêkerên balafiran yên hevrik Boeing û Airbus, lihevkirine.

Hevdem, Tai ragihand ku Amerîka û YE bacên cezadar yên bi mîlyar dolaran jî, ewê di demêde bi rêjeyî, rakin.

Tai da zanîn ku her du alîyan ser peymaneke pênc-salî lihev kirine da ku bacên ku sedema sereke ya alozîyê ne, bidin rawestandin.

Wê destnîşan kir ku heke kompanîyên Amerîkî nikaribin bi rengekî 'adîlane' bi yên li Ewrupa pêşbazîyê bikin ewê bacan jinûve bi kar bînin.

"Daxuyanîya îro pirsgirêke demdirêj ya di peywendîya Amerîka û YE de, çareser dike, ” Tai got.

Tai bi berdewamî ragihand ku li şûna şerkirina bi yek ji hevalbendên wan yên nêz, ew di dawîyê de dijî gefeke hevpar têne cem hev.

Hêjayê bal kişandinê ye ku ev pirsgirêka li ser gelek kompanîyên ku têkilîya wan bi hilberîna balafiran re tune ye jî dayîna bacên giran pêwîst dikir

Di nava wan kompanîyan de ji çêkerên şarabên Fransî bigire heya nan û kek pêjên Almanî yên li Ewrupa û hilberînerên vexwarinên bi alkolê yên li Amerîka û herwiha gelek kompanîyên din hene.

XS
SM
MD
LG