Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dehan Endamên Boko Haram Xwe Radest Dikin


Wezîrê Navxwe yê Nîjerya Mohamed Bazoum li herêma Diffa.
Wezîrê Navxwe yê Nîjerya Mohamed Bazoum li herêma Diffa.

Wezîrê navxwe yê Nîjerya ragihand ku, bi dehan endamên rêxistina Şîdetkar Boko Haram xwe radestî hêzên dewletê kirin piştî şkestinên mezin yên ew rêxistin rast hatî li ser sinorên başûrê welat.

Mohamed Bazoum wezîrê navxwe yê Nîjerya di hesaba xwe ya Twîterê de dibêje 31 xûrtên ku çend salên borî tev li Boko Heram bibûn li herêma Diffa xwe radestî desthilata herêmî kirine.

Endamên Boko Haram di TV ya dewletê de axiftine û dane zanîn ku ew bi heza xwe hatine xwe radestî dewletê kirin e.

Xizîrana borî dema çekdarên Boko Haram, êrîşî herêma Diffa kir bûn, bi dehan hezar kes reviyan û 5 leşkerên Nîjerî hatbûn kuştin.

Li Nîjerya heta niha di şerên Boko Heram yên 7 salan de zêdetirî 15 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 2 miliyon kes bê mal û war mane.

Boko Haram rêxistinek şîdetkar ya Îslamîye, dixwaze li Nîjerya dewletek Îslamî pêk bîne, lê niha ew rêxistin li Çad û Nîjerya rastî şkestinan tê, gelek endamên wê hatine kuştin û gelekan xwe radest kiriye û cihekî berfireh yê li jêr kontrola çekdarên wê de hatiye rizgarkirin.

XS
SM
MD
LG