Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Boko Haram de 15 Kes li Nîjerya Hatin Kuştin


Berdevkekî artêşa Nîjeryayî got ku di êrîşeke Boko Haram de, herî kêm 15 kes li bajarê Maiduguri hatin kuştin û 83 kesên din jî birîndar bûn.

Artêşa Nîjeryayî ragihand ku bûyer derengîya Yekşemê qewimî û dema çekdarên Boko Haram dixwestin têkevin Maiduguri, pevçûn di navbera wan û hêzên hikûmetê derketin.

Maiduguri bajarekî li bakurê rojhilata Nîjerya ye û navenda tundîya Boko Haram e ku pirtir ji 20,000 kes tê de hatibûn kuştin.

Di destpêka 2015’an de Boko Haram herêmeke berfireh li bakurê rojhilata Nîjerya xistibû bin kontrola xwe, lê dû re artêşa Nîjeryayî bi alîkarîya welatên cîran karîbû rêxistina tundrê ji wê herêmê derxîne.

Ji hîngê heta niha, boko Haram li Nîjerya û Kamerun, Nîjer û Çad kiryarên wek êrîşên xwekujî, êrîşên çekdarî û revandina mirovan didomîne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG