Serokê nû yê Brezîlya Jair Bolsonaro di hevpeyvîna xwe ya pêşî de ser sîyaseta derve ya wî welatî gotinên girîng kirin.
Bolsonaro dîyar kir ku ger Amerîka bixwaze li Brezîlya bingeheke leşkerî çêke ewê dijî wê dernekeve.
Wî di heman hevpeyvînê de da zanîn ku piştgirîya Rûsya ya bo Venezuela girjîya li herêmê gurtir dike.
Jiber sîyaseta wî, Bolsonaro dişibînin Trump û hin kes bo wî dibêjin ‘’Trumpê Tropîkan’’
Trump piştî merasîma sondxwarinê, Bolsonaro ji Twitterê pîroz kiribû û dîyar kiribû ku Amerîka alîgirê Brezîlya ye.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo beşdarî merasîma Bolsonaro bûbû.
Gotinên Bolsonaro, ku rastgirekî tundrê ye, nîşan didin ku sîyaseta derve ya Brezîlya dê bi awayekî berfireh biguhere.