Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Brezîlya Bolsonaro Serketina Biden Pîroz Kir


Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden pîroz kir.

Bolsonaro, ku bi nêzîkîya xwe ya bi Serok Donald Trump re dihat zanîn, ji Twitterê ragihand ku ew hazir e ku bi hikûmeta Biden re bixebite.

‘’Ez Serok Joe Biden bi daxwazên herî baş pîroz dikim û hêvî dikim ku Amerîka wek ‘mala azad û wêrekan’ bimîne’’ Bolsonaro nivîsî.

Wî piştî hilbijartinên 3’yê Mijdarê yên Amerîka îdia kiribû ku sextekarî çêbûne û dabû zanîn ku ewê li benda encamên fermî be.

Ji bilî Bolsonaro, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador piştî ku Desteya Hilbijêran bi awayekî fermî serketina Biden ragihandibûn, Biden pîroz kiribûn.

XS
SM
MD
LG