Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolsonaro: Ez Naxwazim bi Pirsên Ser Hejmara Mirinên ji Korona Werim Aciz Kirin


Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro dîyar kir ku ew naxwaze bi pirsên ser hejmara mirinên ji vîrusa korona, ku 600,000 derbaz kiriye, were aciz kirin.

Anket raber dikin ku piştgirîya bo Bolsonaro jiber rewişa birêvebirina pandemîyê, enflasyona blind dibe û aborîya xirab kêm bûye.

Bolsonaro ji demeke dirêj vir ve bandorên vîrusa korona biçûk dibîne û dijî karantînayên giştî diaxife.

Brezîlya bi hejmara mirinên ji vîrusa korona li cîhanê li dû Amerîka tê.

Gava rojnamevanekî roja Duşemê li berava Guaruja ya eyaleta Sao Paulo ji Bolsonaro pirseke ser hejmara mirinên ji vîrusa korona pirsî, alîgirên wî dora wî girtin.

‘’Li kîjan welatî însan nemirin? Ka ji min re bêje! Binêre, ez ne bo werim aciz kirin hatim vir’’ Bolsonaro got.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku li Brezîlya heta niha pirtir ji 21,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 601,011 kes bi wê mirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG