Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Brezîlya Bolsonaro Wezîrê Saxlemîyê ji Kar Dûr Xist


Serokwezîrê Brezîlya Jair Bolsonaro, Wezîrê Saxlemîyê Luiz Henrique Mandetta ji kar dûr xist.

Bolsonaro û Mandetta ser rêbazên têkoşîna dijî vîrusa korona li hev nekiribûn.

Mandetta dîyar kiribû ku divê gel li gor mesafeya civakî tevbigere û Bolsonara jî dabû zanîn ku ew mijara vîrusa korona pir tê mezin kirin.

Li Brezîlya bi qasî 210 mîlyon kes dijîn û li wir heta niha 30,425 bi vîrusa korona ketine.

Wê vîrusê li Brezîlya 1924 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG