Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton: Tirkîyê bi Bernedana Brunson Şaşîyeke Mezin Kir


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton dîyar kir ku ger qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson were berdan, ewê kêşeya di navbera Enqere û Washington de bi dawî bibe.

Bolton di serdana Îsraîlê de ji Retuersê re dîyar kir ku Tirkîyê bi bernedana Brunson ‘’şaşîyeke mezin’’ kiriye.

‘’Ger Tirkîye bi hevalbendîya xwe ya NATO tiştê rast bike û Brunson bêşert berde, ew kêşeya niha wê tavilê bi dawî bibe’’ Bolton got.

Bolton da zanîn Tirkîyê, Brunson û hin Amerîkîyên din bi awayekî nehiqûqî girtine û ew li benda çareserkirina vê mijarê ne.

Brunson ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye û ser azadnebûna wî Washingtonê dijî Eqnerê tole ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG