Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton Banka û Kompanîyan Ser Hevkarîya bo Maduro Hişyar Dike


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton bo kompanîyan Venezuela yên bi rejîma Nicolas Maduro re hevkarîyê dikin, hişyarî kir.

Bolton dîyar kir ku banka û kompanîyên din ger bo Maduro ‘’kiryarên neqanûnî’’ pêk bînin ewê bi toleyên Amerîkî re rû bi rû bimînin.

Di rojên borî de, Bolton dabû zanîn ku bo zexta li ser Maduro giran bibe ew li ser toleyên nû difikirin.

Karbidestekî payabilind jî Reutersê re dîyar kir ku hin bankayên bîyan û kompanî bi Maduro re hevkarîyê dikin û da zanîn ku ewê di demeke nêz de navên wan eşkere bibin.

XS
SM
MD
LG