Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton: Danûstandinên Amerîka û Tirkîyê yên bo Rewşa Kurdên Sûrîyê Dê Bidomin


Bolton û Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin

Şêwirmendê Ewleakarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton dîyar kir ku danûstandinên Amerîka û Tirkîyê yên ser rewşa Kurdên Sûrîyê hefteya pêş jî dê bidomin.

Bolton ji bernameyeke radyo re da zanîn ku Serok Donald Trump û Wezîrê Derve Mike Pompeo û wî bi xwe jî ji Tirkîyê fehm kiriye ku dê ‘’zararê nedin Kurdên bi wan re dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin’’

‘’Di danûstandinên di navbera artêşan de bo zelalkirina vê mijarê em ser protokul û proseduran dixebitin. Em hêvî dikin ku di danûstandinên hefteya pêş de bo her du alîyan jî encamên ku pejirandina wan pêkan e çêbin’’ Bolton got.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar îro Înê serdana sînorê Sûrîyê kiribû û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dabû zanîn ku operasyona wan ya dijî Sûrîyê ne girêdayî vekişîna Amerîka ye.

Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîya dike lê Tirkîye wan wek rêxistinên terorîst dibîne.

XS
SM
MD
LG