Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NYT: Yek Caran Navê John Bolton Nayê Bîra Trump


Rojnameya New York Times dîyar kir ku di navbera Serok Donald Trump û Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî Joh Bolton peywendîyeke xurt çênebûye.

New York Times îdia kir ku yek caran navê Bolton şaş tê bîra Trump û ji wî re dibêje ‘’Mike’’

Di nûçeyê de, ku Mark Landler û Helene Cooper tev hazir kirine, tê gotin ku Trump bi tîma xwe ya pêş re nikare danûstandinên baş bike.

Donald Trump hin caran tevlîhev dike. Trump gava li Kansas City diaxifî gotibû ku ew di wê kêlîyê de li Missouri, St Louis e û bo Paradise ya California jî gotibû ku ‘’Pleasure’’

Trump, di 19’ê Gulana 2018’an de jî di tweetekê de navê xanima xwe şaş nivîsîbû û li şûna ‘’Melania’’ gotibû ‘’Melanie’’

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG