Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombeyên Boston'ê li Mala Birayê Mezin Hatine Çêkirin


Jina Tamerlan Tsarnaev, Katherine Russel
Jina Tamerlan Tsarnaev, Katherine Russel
Raportên medya Amerîkî ji zarê karbidestekî bênavkirî radigihînin ku bombeyên ku di peqîna Maratona Boston'ê de hatine xebitandin, li mala bergumanê mezin Tamerlan Tsarnaev hatine çêkirin.

Polîs niha vekolînê dikin ku bizanin jina Tamerlan, Katherine Russell li ser bûyerê çi agahîyan dizane.

Tamerlan çend roj piştî peqînê, di 19’ê Nîsanê de ji alîyê polîsan ve hatibû kuştin.

Karibdestên Amerîkî gotibûn ku her du bira plan dikir ku peqîn di 4’ê Tîrmehê de, di Roja Serxwebûna Amerîka de, bi awayê êrîşa xwekujî bipeqînin.

Birayê biçûk Dzhokhar, tê ragihandin ku, ji Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) re gotiye ku wan plana peqînê guhertine û kiirne 15'ê Nîsanê jiber ku çêkirina bombeyan ji dema plankirî zûtir qedîya.
XS
SM
MD
LG