Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombevanekî Xwekuj Nûnerê Aştîyê li Afganistanê Dikuje


Karbidestên Afganî dibêjin, bombevanekî xwekuj serokê civata aştîyê ya herêmî û kurê wî kuştin.

Polîs dibêjin, nûnerê aştîyê ji nimêja Înê diçû mala xwe, dema ew û kurê wî bûne armanca êrîşekê li eyaleta Kunar.

Tê ragihandin, di êrîşê de, her wiha 1 kes jî birîndar bû.

Civata aştîyê hatibû damezrandin ku şervanên Talîbanê bîne pevajoya dîyalogê.

Bi alîyekî din ve, karbidestên li başûrê Afganistanê dibêjin, tankereke neftê ya NATO’yê li Panjwayi wergerîya û 7 kes di encamê de hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG