Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çawa Nivîsên Çepgerekî Amerîkî Bandorê li Hêzên Kurdan li Sûrîyê Dikin


Murray Bookchin

Gelo nivîsên çepgerekî Amerîkî yê ne kêmnaskirî ji wîlayeteke biçûk li Amerîkî dikarin alîkarîyê bikin ku bingeha sîyasî ya miletekî di nav şerê Sûrîyê de were ava kirin?

Dibe ku ev yek rast be, eger Yekîneyên Parastina Gel (YPG) – ku yek ji hêzên herî xurt in di şerê dijî DAIŞ ku Amerîka piştgirîya wê dike – karibe armanca xwe ya damezrandina herêmeke xweser li deverên jêr kontrola xwe li Sûrîyê pêk bîne.

Bi dehên salan, Kurdên ku otonomîyê li Sûrîyê û Tirkîyê dixwazin, ketine jêr bandora nivîsên Murray Bookchin, nivîskarê ku bixwe jî li jêr bandora Karl Marx nivîsên xwe belav kirine.

Bookchin banga rengekî radîkal ji demokrasîya li ser asta gel dikir. Tevî ku karê wî gelekî li Amerîka deng veneda, Bookchin li cem Kurdan li Rojhilata Navîn bi qedir e. Dema ew sala 2006’ê mir, Kurdan şînîya koçkirina wî lidar xist.

Sosyalîzma vekirî ya Bookchin îro li xwendingehên Kurdan tê dayîn û li nav refên YPG wekî xaleke sereke tê fêr 'kirin.

Bookchin, yê ku li wîlayeta Vermont dima û nivîsîna xwe dikir, gelekî xemxwarê Kurdan bû û dilê wî ser bi doza wan ve bû.

“Nivîseke wî ji sala 1991’ê ve li cem min heye. Tê de ew hestên xwe derbarê komkujîya Kurdên Îraqê ji alîyê Sedam Hisên ve tîne zimên,” keça wî, Debbie Bookchin ji Dengê Amerîka re eşkere kir. “Ew gelek nerehet bû ku Kurd bi tundî xîyaneta Kurdan hate kirin.”

Felsefeya Bookchin carna bi navê konfederalîzma demokratîk tê zanîn. Ew êdî bûye slogana Kurdên Sûrîyê ku ji demeke dirêj ve jibo xweserîyê têkoşînê dikin.

Murray Bookchin di sala 1921’an de hate dinê. Dê û bavê wî Cihû ne û bi regez xelkê Rûsya ne. Bookchin di temenekî genc de tevlî Partîya Gencên Komunîst li New Yorkê bû û li jêr bandora nivîsên Karl Marx û Vladimir Lenin rabû.

Janet Biehl, nivîskara jînenîgarîya Bookchin dibêje ku ew kesekî hergav bi hizrên xwe li dijî dewletê bû.

Biehl got ku Bookchin ketibû jêr bîr û ramanên dapîra xwe ya şoreşger li Rûsya.

“Jibo wî, pêwîst bû ku gel di asta demokrasîyeke rasterast de werin bihêz kirin ku tê de ew jî karibin biryaran bistînin,” Biehl ji Dengê Amerîka re got.

Di sala 2004’an de, Bookchin û rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan dest bi danûstandinê kirin. Bi rîya parêzerên Ocalan, peyam û nivîsîn di navbera her du kesitîyan de peyda bûn.

Piştî ku Ocalan kete zindanê, dest bi xwendina pirtûkên Bookchin kir û ramanên rewşenbîrê Amerîkî gelekî bala Ocalan kişand. Jiwê qoxanê û şûnde, pirtûkên Ocalan bi giranî li jêr bandora Bookchin hatin nivîsîn.

PKK û partîyên bi ser ve li seranserî herêmê êdî dest bi bikaranîna van îdyolojî û ramanên nû kirin. Çend mehan piştî şerê navxweyî li Sûrîyê sala 2011’ê destpê kir, Kurdan li wir herêma xwe kontrol kir. Kurdên Sûrîyê, bi rîya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), baskê sîyasî yê YPG, rêvebirîyeke xwecihî ava kir. PYD bixwe jî li jêr bandora fikra Ocalan e û Tirkîyê wê wekî baskekî PKK dide zanîn.

Bi derketina rêxistina DAIŞ ya terorîst sala 2014an’, YPG wek yek ji xurtirîn hêzên dijî radîkalan derket pêş. Di encamê de, Amerîka piştgirîya wan bi awayekî fermî kir.

Destketinên Kurdan yên leşkerî, ku bi giştî bi alîkarîya Amerîka bû, rê da wan ku sîstemeke federal li bakurê Sûrîyê ragihînin. Ev sîstem jî heta radeyê li ser bingeha felsefeya Murray Bookchin hatiye ava kirin. PYD bi tena xwe destûreke xwecihî amade kir ku tê de desthilata navendî ne xwedî hêzeke mezin e.

YPG îdyolojîya Bookchin ya wekhevîya di navbera jin û mêran de tekez dike. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), hêza taybet ya jinan li nav YPG, bi tundî şerê çekdarên DAIŞ’ê dike.

“Wê bavê min gelekî kêfxweş biba ku dîtiba fikra wî li ser erdê pêk tê,” keça Bookchin got.

“Tevgera Kurdan ya komînalîst dibe ku bibe mînakek jibo herêmekê ku tê de jin azad be û azadîya derbirîna hemû çandan parastî be.”

Lê, rêxistinên mafên mirov dibêjin rêvebirîya PYD bi temamî van standard û prensîban bicîh nayîne.

“Tevî ku ew dixwaze xwe wek pêşenga tevgereke nû li herêmê nîşan bide, PYD heta niha nikare xwe ji kiryarên xwe ya Stalînî yên zordar dûr bixe,” Hoşeng Osê, şirovekarê ku ligel rojnameya Heyat ya Erebî dinivîse, ji Dengê Amerîka re got.

Osê herwiha got ku ji dûr ve, ezmûna Kurdan li Sûrîyê balkêş û bêhempa tê dîtin, lê ji nêzîk ve, li ser erdê, hîn gelek kêmahî hene ku di demeke nêzîk de nayên hilanîn.

XS
SM
MD
LG