Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bloomberg: G20 Wê Yekîtîya Afrîqa Bike Endama Komê


Bloomberg Newsê îro Pêncşemê ragihand ku G20 qebûl kiriye ku endamtîyê bide Yekîtîya Afrîqa.

Li gor ragihandina Bloomberg Newsê, statuya Yekîtîya Afrîqa ya 55 endamî wê wek ya Yekîtîya Ewrupa (YE) be.

Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi di meha Hezîranê de bi nameyekê ji rêberên dewletên G20 xwestibû ku Yekîtîya Afrîqa bikin endama komê.

Di G20 de niha 19 dewlet û Yekîtîya Ewrupa heye.

G20, jibo hilcivîna li Hîndistanê sazîyên navneteweyî yên wek Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) û hin dewletên wek Nîjerya, Bangladeş û Sîngapor vexwendine.

Bloomberg dîyar dike ku ewê biryara ser endamtîya Yekîtîya Afrîqa di hilcivinê de were ragihandin.

Almanya, Brezîlya û Kanada dibêjin ku ew dixwazin ku Yekîtîya Afrîqa bibe endama G20.

Jêder:

XS
SM
MD
LG