Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Naxwaze ku Trump Ser Hilbijartinên Brîtanî Şîroveyan Bike


Johnson û Trump (Arşîv)

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Înê got ku wê baş be ku Serokê Amerîka Donald Trump di dema serêdana xwe ya Londonê de, maya xwe di hilbijartinên Brîtanî de neke.

“Em wek heval û hevbendên baş, pir caran hez dikin xwe tev li hilbijartinên hevdu nekin,” Johnson ji radyoya LBC re got.

Li ber e Trump hefteya pêş jibo hilcivîna NATOyê serêdana Londonê bike û hîn alîgirên Johnson ditirsin ku daxuyanîyên Trump wê zararê bigehîne kempeyna wan.

Trump di meha Cotmehê de gotibû ku rêberê Partîya Karkeran ya Jeremy Corbyn wê bo Brîtanya pir xirab be û divê Johnson ligel rêberê Partîya Brexit Party Nigel Farage rêketinê çêke.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG