Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson: Emê Heta 31'ê Cotmehê ji Yekîtîya Ewrupa Derkevin


n
n

Boris Johnson, ku bo serokwezîrîya Brîtanya yek ji berbijarên xurt e, dîyar kir ku ewê heta 31’ê Cotmehê Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derxin.

Johson di gera yekê ya bo seroktîya Partîya Konservatîf de ji 313 parlamanteran 114 deng sitandibû.

Wî da zanîn ku taloqkirina Brexitê zararê dide sîyaseta Brîtanya û got ku divê ew heta 31’ê Adarê Brexitê pêk bînin.

Theresa May, piştî peymana Brexitê li Parlamantoya Brîtanya sê caran hatibû red kirin karvekişîna xwe ragihandibû.

Heta serokwezîrê nû dîyar dibe May dê karê xwe bidomîne.

XS
SM
MD
LG