Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson Dibe Serokwezîrê Nû yê Brîtanya


Jeremy Hunt û Boris Johnson
Jeremy Hunt û Boris Johnson

Boris Johnson ji alîyê endamên Partîya Konservatîf ya Brîtanî ve wek serokê nû yê partîyê hat hilbijartin û li ber e ku ew bibe serokwezîrê nû yê wî welatî.

Johnson li hember hevrikê xwe Jeremy Hunt bi 92,153 beramber 46,656 dengan serketî bû.

Wî di axaftina spasdarîyê de got ku ewê Brexitê bi cîh bîne, welêt yekgirtî bike û rêberê opozîsyonê Jeremy Corbyn têk bibe.

Johnson, ku bajarvanê berê yê Londonê ye, li ber e roja Çarşemê ofîsa serokwezîrîyê ji Theresa May wergire.

XS
SM
MD
LG