Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson Hilbijartina Pêşwext Dixwaze


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson xwest ku di 12’ê Berfanbarê de hilbijartina pêşwext çêbe.

Johnson dîyar kir ku ger parlamanter hilbijartina pêşwext bipejirînin ewê dema bo lêkolîna bernivîsa ser Peymana Brexitê heta 6’ê Mijdarê dirêj bike.

Wî da zanîn ku ger parlamanter hilbijartina pêşwext nepejirînin ewê di peyvajoya Brexitê de guh nede parlamanê.

Dengdana bo bernivîsa ser hilbijartina pêşwext dê roja Duşemê li dar keve.

Bo pejirandina bernivîsê ji sê paran du par dengên li parlamanê pêwîst in.

XS
SM
MD
LG