Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson ji Beşa Çavdêrîya Krîtîk Derket


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson yê bi vîrusa korona ketibû ji beşa çavdêrîya krîtîk derket.

Johnson, li ser giranbûna nexweşîya wî roja Yekşemê biribûn nexweşxaneyê û roja Duşemê jî ew xistibûn beşa çavdêrîya krîtîk.

Jêderên serokwezîrîya Brîtanya ragihandin ku morala Johnson rind e û dermankirina wî ya li nexweşxaneyê dê bidome.

Boris Johnson li Nexweşxaneya St Thomes yê li Londonê tê derman kirin.

Li Brîtanya bi qasî 66,000 kes bi vîrusa korona ketine.

XS
SM
MD
LG