Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson piştgirî da plana Serok Donald Trump ya ser aştîya Rojhilata Navin.
Berdevikê Johnson da zanîn ku Johnson û Trump axifîne û wî dîyar kiriye ku plana ser Rojhilata Navîn dê bi awayekî erênî bandorê li siberojê bike’’
Johnson û Trump, demeke kin berî eşkerebûna planê jî axifîbûn.
Li gor plana Trump, temamê Orşelîmê dê bibe paytexta Îsraîlê û Fîlîstîn jî dê heta çar salan dewleteke serbixwe ava bike.
Karbidestên Îsraîlê didin zanîn ku plana Trump dikare rêya aştîyê veke û li alîyê din Fîlîstînî jî dibêjin ku ew plan pûç e.