Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diplomatê YE Dibêje Ew jibo Gotûbêjên Nû ligel Îranê "Geşbîn" E


Josep Borrell.
Josep Borrell.

Nûnerê diplomasî yê Yekîtîya Ewrupayê (YE) Josep Borrell îro Duşemê qebûl nekir ku piştrast bike ka gelo dê diplomatên YE û Îranê roja Pêncşemê li Brûkselê bicivin jibo vejandina gotûbêjên navokî li Viyenayê. Lê belê wî got ku ew hêvîdar e civînek nêzîk pêk were.

Ajansa Bloomberg News li ser zarê qanûndanerekî Îran ragihand ku wezîrê derve yê Îranê roja Yekşemê dem destnîşan kiribû. Karbidestekî payebilind yê YE jî hefteya borî piştrast kiribû ku hevdîtin li şûna Viyenayê dê li Brûkselê pêk werin, bêyî ku dema wan destnîşan bike.

“Mirov nizanî, ez îro ji do bêtir geşbîn im. Hîn ti piştrastkirin tune ye, lê tişt baştir dibin û ez hêvî dikim em di rojên pêş de civînên amadekarîyê li Brûkselê pêk bînin,” Borrell got.

XS
SM
MD
LG