Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borrell Bang li Hikûmeta Afganistanê û Talîbanê Dike ku Danûstandinê Çêkin


Berpirsê Sîyaseta Derve yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell dîyar kir ku hikûmeta Afganistanê divê bo çareserîyeke berfireh bi Talîbanê re peywendîyê çêke.

Borrel da zanîn ku divê li Afganistanê bo cudabîrîyên sîyasî çareserî were dîtin û bi Talîbanê re nêrîneke hevbeş were çêkirin.

Wî got ku bo çareserîyeke berfireh divê temsîlîyeta hemî jinan, ciwanan, pêkhateyan hebe û dîyar kir YE di ser helwestên wisa re piştgirîyê dide Afganistanê.

Talîbanê di meha Gulanê de dest bi êrîşên berfireh kiribû û wê di demên de jimareke herêmên Afganistanê bi dest xwe xistiye.

Borrel bang li Talîbanê kir ku agirbestê ragihîne û dest bi danûstandinên berfieh bike.

Berpirsê YE dîyar kir ku jiber pevçûnan Afgan bi êşên giran re rûbirû dimînin û bal kişand ku hejmara kesên ji wêlet derdikevin jî zêde dibe.

Wî da zanîn ku ger Talîban bi darê zorê desthilatê bi dest xwe xe û mîrgeheke Îslamê çêke ewê bi metirsîyên wek îzolasyon, nepejirandin û nestandina alîkarîyê re rûbirû bimîne.

XS
SM
MD
LG