Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê Teqînên Boston Şermezar Dikin


Rêber û hikûmetên seranserê cîhanê teqînên li maratona bajarê Boston şermezar dikin.

Sekretêrê Giştî yê NATO’yê, Andres Fogh Rassmussen, xembarîya xwe hember wan teqînan ragihand û peyameke sersaxî pêşkeşî gelê Amerîkî kir.

Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon û Serokê Yekîtîya Ewropî German Van Rompuy jî teqînên Boston şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Pakistanê teqînên Boston mehkûm kir û bi “êrîşên teroristî” binav kir. Wezareta Derve ragihand ku hikûmet û gelê Pakistanê bi vî karê çepel xembar in.

Herwiha rêberên Afganistan, Hindustan, Somal û Rêxistina Hevkarîya Îslamî (OIC) teqînên Boston şermezar kirin.

Di wan teqînan de roja Duşemê, bi kêmî ve sê kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG