Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekolêrên Amerîkî Perçeyên Biçûk yên Bombeyên Duşemê Berhev Kirin


Vekolêrên Amerîkî perçeyên biçûk yên bombeyên peqîna Duşemê berhev kirin û jibo dîtina berpirsên bûyerê vekolîna xwe didomînin.

Karbidestên Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) hewil didin ku fem bikin êrîş çawa pêk hatiye.

Vekolêran herwiha fotoyên qazana (biroş) ku bombe tê de hatibû veşartin jî belav kirin.
Karbidest didine zanîn ku heta niha ti berguman di destê wan de tune ye.

Nûçegîhana Dengê Amerîkayê Carolyn Presutti dibêje, karbidest li dîmenên kamerayên nêzîkî peqînê temaşe dikin ku pirtir agahî peyda bikin.

Presutti herwiha radigihîne ku polîs ji gel daxwaz alîkarî dixwazin ku berpirsên bûyerê peyda bikin.

Di cotpeqînan li Maratona Bostonê de de 3 kes hatibûn kuştin û 176 kesên din jî birîndar bibûn.
XS
SM
MD
LG