Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekolêrên Peqînên Bostonê Hewil Didin ku Berpirsê Bûyerê Peyda Bikin


Hewlên peydakirina berpirsên peqînên Maratona Bostonê berdewam dikin, li vê demê ku polîs berdewam pêdaçûna ser wêne û vîdyoyên bûyerê dikin.

Do Çarşemê di nav dîmenên de hatibû dîtin ku zilamekî çanteyek datîne cîhê bûyerê û çend sanîye berî peqînan ji wê derê dûr dikeve.

Roja Çarşemê herwiha nûçe belav bibûn ku bergumanek hatibû desteser kirin. Lê, Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) û polîsên Bostonê raportên medyayê red dikin bergumanek heye.

Walîyê eyaleta Massachusetts’ê Deval Patrick di civîneke ragihandinê hêvî da bîra giştî ku vekolîna wan berdewam e.

Di cotpeqînan li Maratona Bostonê de de 3 kes hatibûn kuştin û 176 kesên din jî birîndar bibûn.
XS
SM
MD
LG