Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bozyel: Sîstema Nû ya Tirkîyê Ne di Xêra Kurdan de Ye


Tirkîye, roja Duşemê bi sondxwarina Recep Tayyîp Erdogan, dawî li sîstema parlamenterî anî û Erdogan bû serokê yekê ya sîstema hikûmeta serokomarî.

Sîyasetvan Bayram Bozyel dibêje ku sîstema nû li gor nêrîna ku Kurdan weke gef dibîne, hatiye ava kirin.

“Sîstema nû ti xêr nade Kurdan û Tirkan jî. Ev sîstem nikare pir bimeşe jiber ku Tirkîye welatekî pir rengî ye û berê gel li welatên rojava ye.”

Bozyel dibêje ku seramonîya seroktî û sîyaseta wê ya dema nû dişibe hev jiber ku ev merasîm wekî ku padîşahek were ser desthilatê hat bi rêve birin.

“Erdogan, kesên ku li ber wî dengê nikarin dengê xwe bilind bikin, kirine wezîr,” Bozyel îdia dike.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_07_11_2018_Bozyel
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:28 0:00

XS
SM
MD
LG