Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje ku Divê Çîn Bersîva Pirsên Wan yên Ser Koronayê Bide


Ben Wallace

Wezîrê Parastinê yê Brîtanya Ben Wallace îro Duşemê got ku divê Çîn, derbarê agahdarîyên vîrusa koronayê ku wê parve kirine, bersîva hîn pirsên wan bide.

“Ez her roj ez nûçeyên îstixbaratê ji saziyên me li seranserê cîhanê digirin. Ez li ser nûçeyan yek bi yek şîrove nakim, ka min çi dîtiye û çi ne dîtiye. Ew dê xelet be," Wallace got.

Wallace, wek bersîva pirseke helwesta Çînê ya derbarê rêvebirina krîza koronayê, got ku divê Pekîn bersîva hin pirsan bide ku derbarê mezinahîya krîzê, çiqas zû cîhan agahdar kiriye.

"Pêwîst e ku Çîn derbarê kêmahî, serfirazî û ferbûnên xwe de vekirî û zelal be, lê dema nîqaşan piştî dawîbûna nexweşîyê ye.”

Serokê Amerîka Donald Trump Pêncşema borî gotibû ku ew baver dike ku vîrusa korona ji labaratuvareke Çînê derketiye. Wî roja Çarşemê di hevpeyvînekê de ji Reutersê re gotibû ku ew jibo encamên vîrusê bo Pekînê rêyan digere.

Wezîrê Derve yê Amerêka Mike Pompeo jî roja Yekşemê gotinû ku gelek delîl hene ku vîrusa korona ji laboratuvarek Çînê derketiye, tevî ku wî encamên îstixbarata Amerîkî ku dibêje vîrus ne destçêkirî ye, red nekir.

Çînê çend caran red kirîye ku wan hûrgilîyên vîrusa korona veşartine. Pekîn dibêje ku Washîngton jiber bersîva xwe ya xirab wan tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG