Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Seranserê Brîtanya Dijî Qanûna Baladestkirina Polîsan Xwepêşandanên Girseyî


Dîmeneke ji xwepêşandanên dijî pêşnîvisa qanûnê (Arşîv)

Li seranserê Brtîtanya bi sedan xwepêşander îro Şemîyê dijî pêşnîvisa qanûnek nû ya dê pirrtir hêzê bide polîs da ku xwepêşandanan asteng bikein, daketin kolanan.

Rexistina bi navê Serhildana Bo Guherîna Jingehê(XR) û tevgera Jîyana Mirovên Reş Girîng e (BLM) û hevdem bi aktîvîstên din re jibo 'pûçkirina pêşnîvisa qanûnê" li London, bajar û bajarokên din, tevlî Manchester, Sheffield, Leeds û Brighton xwepêşandanên mezin dar xistin.

Aktîvîstan ev dawîya hefteyê wek 'çalakîya neteweyî' dîyar kiribûn.

Ev qanûna nû ya polîs û dadgehan destûrê dide ku karmend dikarin jibo qedekirin, rawestandin, astengkirin û belavkirina xwepêşandanan tedbîr û pîvanên tundtir bikar bînîn.

Bi qanûnê karmend ewê bikarin wek mînak danîna sînordarkirinên dem û deng, destnîşan bikin. Lê, pispor and aktîvîst ditirsin ku ewê qanûn jibo pêşîgirtina opozîsyonê were bikar anîn.

Ji dema ku pêşnîvisa qanûnê meha borî hat pêş parlamentoyê, li serenserê Brîtanya bi taybet jî li Bristol, başûrê rojavayê Îngiltereyê , xwepêşandanên girse ku car caran tundre jî dibin, têne kirin.

Serokwezîr Boris Johnson xwepêşandanên hatin darxistin rexne kirin û ew wek 'êrîşên şermezarî' yên dijî karmendan binav kir, lê xwepêşanderan polîs bi karanîna şêwazên giran tawanbar kir.

Xwepêşandanên ku ji hêla rexistina ER ve di 2019'an de hat kirin de jîyana li paytext London dabû sekinandin û asteng kirin, ku ev jî bû sedema ku hin sîyetvan daxwaz bikin ku jibo astengkirina xwepêşandanan pirtir hêz were dayînê polîsan.

Li London, polîs hişyarî da û ragihand ku heke hewce be, di berjewendîyên saxlemîya giştî de hin tedbîr û p ûvan werin bikar anîn.

Hin karbidestên payebilind gotin ku destnîşana ' qanûnê bikujin" bi zanebûn wek provakasyon tê bikar anîn jiber ku ' qanûn' " li Brîtanyayê jibo navnîşek ya bo polîsa ye.

XS
SM
MD
LG